Kurdên Sûrîyê di Navbera Egerên Normalkirina Peywendîyên Şam û Enqerê de

Dîmeneke ji çalakîyeke Kurdan li Sûrîyê (Arşîv)

Serokê Sûrîyê Beşar Esed jiber tundîya li welatê xwe Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan tawanbar kir û daxwaza vekişîna hêzên Tirkîyê dubare kir.

"Terorîzma li Sûrîyê pîşesaziyek e ku ji hêla Tirkîyê ve tê çêkirin û fînansekirin," Esed di hevpeyvînekê de ligel Sky News Arabia got. Hevpeyvîn Çarşemê belav bû.

Tirkîye piştgirîya opozisyona çekdar dike ku hewl didin Esed ji desthilatê daxîne û ji 2016’ an ve dijî heremên Kurdan sê êrîşên mezin pêk anî ku herema Afrînê jî dagir kiriye.

"Armanca me vekişîna [Tirkîyê] ji axa Sûrîyê ye, armanca Erdogan jî revakirina hebûna dagirkerîya Tirkîyê ya li Sûrîyê ye," Esed got.

Dîmenek ji hevpeyvîna Serokê Sûrîyê Beşar Esed ligel Sky New Arabia.

Tirkîyê jî dibêje ew li Sûrîyê şerê terorê dike. Enqere li hêzên Kurdan li Sûrîyê wekî terorîst dinêre.

Esed ragihandinên ser hevdîtina bi Erdogan re red kir, tevî civînên karbidestên her du welatan vê dawîyê ku bi navbeynkarîya Rûsya û Îranê hatin kirin.

Şam dibêje jibo normalkirina peywendîyan divê Enqere bo vekişîna hêzên Tirk ji Sûrîyê demê dîyar bike. Di Gulanê de her du paytext hevbîr bûn ku bo baştirkirina peywendîyan "nexşerêyekê" saz bikin.

Erdogan meha borî ser egera hevdîtineke bi Esed re dilxwazîya xwe eşkere kir, lê dîyar kir ku hêzên Tirkîyê wê li Sûrîyê bimînin.

Bandora nezelalîya asta peywendîyên Sûrîyê û Tirkîyê li ser rewşa Kurdên heremê mijareke serekî ya nîqaşan e.

Pirsên mîna normalbûna peywendîyên Şam û Enqerê wê çawa bandorê li Kurdên Sûrîyê bike yan jî helwesta nû ya Esed dikare çawa dînamîkên li herêmên Kurdan biguherîne, di rojeva pispor û çavdêran de ne.

Jonathan Lord, Pisporê Center for a New American Security (CNAS) ye.

Jonathan Lord, Rêvebirê Beşê Ewlekarîya Rojhilata Navîn li saziya Center for a New American Security (CNAS) ye.

Ew dibêje ku normalkirina peywendîyên di navbera Esed û Erdogan de, tenê wê ewlekarî û aramîya xelkên Sûrîyê, di nav de jî Kurd, zêdetir têk bibe.

Lord, yê ku berê li ofîsa karûbarên siyasî ya wezareta berevanîya Amerîka berpirsê Îraqê bû, balê dikşîne ser nêrîna Tirkîyê ya derbarê hebûna Kurdan li Sûrîyê.

“Enqere hebûna Kurdan li bakurê Sûrîyê wek gefeke berdewam dibîne,” Lord ji Dengê Amerîka re got.

Pisporê CNAS’ê herwiha destnîşan dike ku Erdogan bi Esed re danûstandinê bike, ger Serokê Sûrî bi aweyekî piştgirîya tevgerên hember Kurdên Sûrîyê bike.

“Dibe ku Enqere amade be hem bo rewakirina wî û hem jî bo tawîzên din bi serokê Sûrî re danûstandinê bike, lê ger Esed amade be, yan tewra bi awayekî bêdeng piştgirî bide kiryarên Tirkîyê yên dijî civakên Kurdên Sûrîyê,” Lord ji Dengê Amerîka re got.

Dr. Îsmet Konak

Şîrovekar Dr. Îsmet Konak jî dîyar dike ku nêzîkbûneke pêkan ya Enqere û Şamê divê bandoreke erênî li ser rewşa Kurdên li Sûrîyê bike, ku statû û mafên Kurdan werin naskirin.

“Lê bo vê yekê divê Tirkîye hêzên xwe ji herêmên kontrol dike, wek Efrînê, vekîşîne. Ez vê niha pêkan nabînim,” Konak ji Dengê Amerîka re got.

Dr. Konak herwiha destnîşan dike ku ne Erdogan û ne jî Esed naxwazin statûya Kurdên Sûrîyê qebûl bikin, bi taybet ku Erdogan wan wekî gefeke bingehîn dibîne.