Biryar bû îro Şemîyê dubere darizandina çalakvana mafên jinan û girtîya siyasî ya Kurd Werîşe Moradî îro Şemîyê li Şaxê 15'emîn ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hatiba lidarxistin, lê ew yek nebû ji ber ku çalakvana Kurd red kir ku li wir amade bibe.
Li gor ajansa nûçeyan a HRANA, Moradî gotîye ku ew ne amade ye beşdarî darizandinê bibe, ji ber ku wê "bi fermî pênasîna dadgehê nekiriye."
Ajansa HRANA ragihand ku parêzerên Moradî li dadgehê amade bûn, lê Ebû Qasim Selewatî, serokê şaxê 15'emîn ê Dadgeha Şoreşê, ji ber nebûna Moradî, rûniştina dozê birêve nebir.
Moradî di Mijdara 2024'an de ji hêla heman şaxê dadgehê ve, bi serokatîya Dadwer Ebû Qasim Selewatî, bi tawana xiyanet an serhildana çekdarî li dijî hikûmeta Îslamî, cezayê darvekirinê wergirtibû.
Lê belê, Şaxê 9'emîn ê Dadgeha Bilind ji ber kêmasîyên di lêpirsînê de û nebicîhanîna tedbîrên qanûnî, ew ceza betal kir û doz ji bo vekolînê vegerand Dadgeha Şoreşê.
HRANA dibêje ku hîn jî destûr nayê dayîn bo Werîşe Moradî ku malbat û parêzerên xwe bibîne.