Panela Zimanê Kurdî li Duhokê Bal Kişand Ser Arîşeyên Ser Navxweyî û Derveyî

Penale Ser Zimanê Kurdî li Duhokê

Zanîngeha Newroz li Duhokê paneleke ser zimanê Kurdî û gefên navxweyî û derveyî yên ser zimên encam da.

Fazil Emer ser gefên derveyî axifî û got ku ew dewletên Kurd lê dijîn, nehêlane ziman werarê bike û bibe zimanê fermî loma zimanê kurdî di çarçoveke girtî de maye.

Dr. Ebdulwahab Xalid ser gefên navxweyî axifî û got ku nuke zimanê kurdî neketiye nav sazî zanîngehên zanistî û nekarîye ferhengeke zanistî çêke.

Hêjatî balkişandinê ye ku heta niha wezaret û akademîya Kurdî li Hewlêrê bo werar û parastina zimanê Kurdî ti planên stratejîk nînin lewra gefên navxweyî ji yên derveyî pirtir in.

Your browser doesn’t support HTML5

SB_01_23_2019_Panela_Zimên