Mesrûr Barzanî Êrîşên ser Qonsulxaneya Amerîka û Xelkê Sivîl Şermezar Dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşên "gemarî" ên "çekdarên terorîst" li ser konsulxaneya Amerîkayê û deverên sivîl ên li herêmê şermezar dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Yekşemê di hesaba xwe ya X’ê de got: "Ev êrîşên bi zanebûn gefên cidî li ser ewlehî û aramîya Herêma Kurdistanê, Îraqê û tevahîya herêmê çêdikin. Ev nayê qebûlkirin."

Barzanî banga xwe ji hikûmeta federal a Îraqê li Bexdayê dubare kir ku "demûdest li dijî van kom û milîsên çekdar ên neyasayî tedbîrên biryarder bihên standin."

"Erka hikûmeta federal e ku serî li her rêbazekê bide da ku van êrîşên terorîstî pûç bike û ji sûcdaran hesabî bixwaze.


Ji dema ku êrîşa Amerîka û Îsraîlê li dijî Komara Îslamî ya Îranê dest pê kiriye, di zêdetirî 600 êrîşên mûşekî û dronan de herî kêm 14 kes hatine kuştin û 93 kesên din jî birîndar bûne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku ew ne beşek in ji şer û ji bo rawestandina êrîşên mûşekî û dronan ên li ser herêmê hewldanên mezin hatine kirin û Îran jî hatîye agahdarkirin.