Dezgeha Dijî Terorê: Li Hewlêrê 3 Dron Hatin Pûçkirin

Dezgeha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê (CT UNIT) ragihand ku îro Înê, 14ê Tebaxê, di navbera demjimêr 02:17 û 02:25ê serê sibehê de, Hêzên Hevpeymanan sê dron pûç kirin.

Li gor daxuyanîya Dezgeha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê, ev dron li esmanê Hewlêrê hatine xistin û pûçkirin.

Piştî ku dron hatin pûçkirin, bermayên wan li nêzîkî malên xelkê yên li nêzî Firokxaneya Navnetewî ya Hewlêrê ketin xwarê.

Hatîye ragihandin ku di vê rûdanê de kes birîndar nebûye an nehatîye kuştin, ciyê ku dron jê hatine nehatîye naskirin.