Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ji Wezîrên YNK Dixwaze Ku Vegerin Hikûmetê

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, di civîna xwe ya îro, Çarşema 11'ê Mijdaraê de, ji hevkarên xwe yên di tîma wezîrên Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de xwest ku vegerin civînên Encûmena Wezîran û karê xwe di hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewam bikin. Herwiha daxwaz kir ku pêşniyaz û têbînîyên xwe di çarçoveya civînên hikûmetê de gotûbêj bikin.

Encûmenê herwiha piştgirî da bangewazîya Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî bi rêya diyalogê.

Hêjayî gotinê ye daxwaza Encûmena Wezîran di demekê de tê ku nakokîyên siyasî di navbera PDK û YNK'ê de hîn jî berdewam in.

Di heftiya borî de Serokê YNK'ê Bafil Talebanî ragihandibû ku partîya wî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişiyaye û pênasînê bi biryarên Parlemana Kurdistanê nake.

Di heman civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî encama serdana şandeya bilind a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û hevdîtinên wê bi hikûmeta federal re nirxand.