Civîna Parlemana Herêma Kurdistanê û Beşdarnebûna YNK'ê

Parlemana Herêma Kurdistanê ya Îraqê îro Çarşemê, 4’ê Mijdara 2026’an, piştî zêdetirî du salan ji hilbijartinan, civîneke awarte çêkir. Di civînê de, Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bêyî tevlîbûna Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û bi 52 parlemanteran ji tevahîya 100 parlemanteran, zêdetirî bi dest xist û desteya serokatîya parlemanê hilbijart.

Ev gava nû dawî li rawestina siyasî tîne, ku tê de PDK û YNK negihîştin ti lihevhatin û peymanekê. Lê belê, siberoja desthilatdarîya herêmê piştî vê gavê hîn ne diyar e.

Civîna parlêmanê piştî demjimêr 11:00’ê sibehê bi amadebûna 52 parlemanteran destpê kir. Di civînê de, Semîra Hesen ji endamên parlemanê yên PDK’ê serokatîya rûniştinê kir. Ev yek bû sedema rexneyên tund ji alîyê partîyên din ve.

Ew dibêjin ku li gor yasaya hilbijartinê, diviyabû parlemanterê herî mezin ê ji alîyê temen ve civînê bi rê ve bibe, ku ew jî parlemanterê Nifşê Nû yê bi navê Mihemed Silêman bû, lê wî civîn boycot kiribû.

Di rûniştinê de Vala Ferîd ji nûnerên PDK’ê wekî Seroka Parlemanê, Ramî Nûrî ji kotaya Krîstîyanan wekî Cîgirê Serokê Parlemanê û Muna Nebî Qehweçî ji kotaya Turkmenan wekî Sekretera Parlemanê bi tevahîya dengên beşdaran hatin hilbijartin. Ji bilî Ramî Nûrî û Muna Qehweçî, parlemanterê Krîstîyan James Hesdo Hîdo jî tevlî civînê bû.

Ev civîn bi piştgirîya serekî ya nûnerên PDK’ê, bi tevlîbûna sê parlemanterên pêkhateyan, tîma Partîya Sosyalîst û heşt parlemanterên din birêve çû, ku wan parlemanteran berê cudabûna xwe ji YNK’ê, Nifşê Nû û Bereya Helwêst ragihandibû.

Frakisyonên YNK’ê, Nifşê Nû, Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Dadgerîyê, Helwêst, Tevgera Goran û du parlemanterên pêkhateyan civîn boykot kirin.

Piştî civînê, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî daxuyanîya pîrozbahîya belav kir û ragihand: "Çalakkirina parlemanê gavek e ji bo parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê. Ev gav li dijî ti kes û alîyan nîn e û bi guman di xizmeta berjewendîyên bilind ên gelê Kurdistanê û proseya siyasî de ye."

Barzanî herwiha got: "Niha ku parlamenê dest bi karên xwe kiriye, ez bang li hemû alîyên birêz ên ku tevlî vê proseyê nebûne dikim ku ew jî werin tevlî bibin. Da ku em bi hev re ji bo xizmeta gelê Kurdistanê û gavên din, alîkar û piştgirên proseya siyasî bin."

YNK’ê heta niha helwesta xwe ya fermî eşkere nekirîye. Lê belê, medya YNK’ê belav kir ku sibê Pêncşemê, Encûmena Serokatîya Partîyê bi serokatîya Bafil Celal Talebanî civîneke “girîng” û “lezgîn” li dar dixe. Tê çaverêkirin ku di wê civînê de helwesta fermî ya YNKê li ser vê gavê were eşkerekirin.

Endamê Serokatîya YNK’ê Ziyad Cebar ji Dengê Amerîkayê re ragihand: "Çalakkirina parlemanê ji alîyê PDK’ê ve du alîyên wê hene: alîyekî yasayî û alîyekî siyasî. Ji alîyê yasayî ve, ev gav her ji destpêkê ve neyasayî ye. Ji ber ku ne serokê parlemanê yê demkî (yê herî mezin ê ji alîyê temen ve) û ne jî serokatîya demkî ya parlemanê bang li kesî nekirîye ji bo civînê. Ji alîyê siyasî ve jî, diviyabû pêşî partîyên siyasî li hev bikirana, piştre parleman dest bi karên xwe bikira.

Ziyad Cebar herwiha got: "Ji ber vê yekê, em ne tenê tevlî civînê nebûn, lê em ê ti danûstandinê jî bi vê serokatîya nû re nekin.

Hilbijartinên Parlemana Herêma Kurdistanê di 21’ê Cotmeha sala 2024’an de birêve çûbûn.