Mesrûr Barzanî Pêşwazîya Mezlûm Ebdî Dike

Wêne ji Serokatîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani îro Sêşemê li Hewlêrê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk, Mezlûm Ebdî, kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser platforma X'ê ragihand ku di hevditîna Barzanî û Ebdî behsa rewşa siyasî li Sûrîyê û pirsa Kurdî hate kirin.

Herwiha, herdu alîyan li ser girîngîya parastina ewlekarî û aramîyê li Sûrîyê û misogerkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan danûstandin kirin.

Berî civîna ligel Serokwezîr, fermandarê HSD'ê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kom bû.

Di civînê de, Barzanî û Ebdî li ser pêşthatên herêmê û girîngîya parastina aramîyê û rûbirûbûna gefeyên terorê rawestîyan.

Fermandarê HSD'ê spasîya serkirdayetîya Herêma Kurdistanê bo piştevanîya berdewam ya mafên Kurdan li Sûrîyê kir.