Îro Înê, li Hewlêr û Koyeyê bi pênc dronan êrîşî navend û cihên hêzên Kurd ên dijî rejîma Îranê hate kirin.
Li gor berpirsîyarên wan partîyan, di van êrîşan de tenê zîyanên madî çêbûne, ji ber ku wan berê cihên xwe vala kiribûn.
Berbanga îro 31'ê Tîrmehê, sê êrîşên li pey hev li ser navend û cihên partîya "Sazmana Xebat" a Topzawa û Başîka nêzîkî Hewlêrê pêk hatin.
Efsane Rehîmî, endama Komîteya Navendî ya Sazmana Xebata Kurdistana Îranê ji Dengê Amerîkayê re ragihand û got: "Êrîşa yekem demjimêr 2:45'ê şevê li ser cihên me yên li Topzawayê çêbû. Piştî nêzîkî deh xulekan, êrîşa duyem birin ser heman cihî.
Ji ber van êrîşan 3 xanî rûxîyan û du xanîyên din jî şewitîn û zirar dîtin. Rast piştî van herdu êrîşan, careke din bi dronan êrîşî ser navendên me yên li Başîkê kirin."
Wê herwiha got: "Kêfxweşîyek e ku ti kesî ji me canê xwe ji dest neda û zirar nedît, ji ber ku me berê amadekarîyên xwe kiribûn û ti kes ji me li wan cihan nemabû."
Heta amadekirina vê nûçeyê, hîn ne diyar e ka ev êrîş ji hundirê Îraqê hatine kirin an Îranê bixwe rasterast ew pêk anîne.
Berpirsîyarên Herêma Kurdistanê jî heta niha ti agahî li ser vê mijarê parve nekirine.
Îro piştî nîvro jî, bi du dronan êrîşî Kampa Azadîyê ya Partîya Demokrata Kurdistanê ya li Koyeyê hate kirin û tenê zîyanên madî çêbûn.
Amanç Zêbayî, endamê Serokatîya Partîya Demokrata Kurdistana Îranê ji Dengê Amerîkayê re ragihand û got: "Êrîş nêzîkî demjimêr 12'ê nîvro bi du dronan li ser Kampa Azadîyê pêk hatin, lê tenê ziyanên madî çêbûn û bi xêr û silametî ti ziyanên canî negihîştin me."
Wî herwiha anî ziman ku "Herî zêde êrîş li ser navendên Partîya Demokrat hatine kirin. Ji destpêka şerê çil rojan û vir ve, hejmara êrîşan gihîştiye 150."