HDP'ê Du Hevserokên Nû Hilbijartin

Partîya Demokratîka Gelan (HDP) ya opozisyon li Tirkîyê û nêzîkî Kurdan, roja Yêkşemê du rêberên nû hilbijartin.

Yek ji wan şûna Selahattîn Demîrtaş, hevserokê karîzmatîk yê wê partîyê digire ku niha li zîndanê ye.

Demîrtaş ku kesê herî naskirî yê HDP'ê ye, ji Mijdara sala 2016'an ve bi tawana terorîzmê li zîndana Tirkîyê ye û dibe ku bi 142 salên zîndanê were mehkûm kirin.

Bi dengên beşdarên kongreya HDP'ê, endamê parlemanê yê berê Sezaî Temellî yê 54 salî û Pervîn Buldan ya 50 salî, wek du hevserok hatin hilbijartin.

Buldan endama parlemanê û cîgira serokê parlemana Tirkîyê ye. Berî, Buldan û Serpîl Kemalbay jî, Fîgen Yuksekdag, hevseroka HDP'ê bû ku ew xwe jî niha li zîndanê ye.

HDP dide zanîn ku jibo parastina wekhevîyê, ew tim jinek û zilamek wek hevserok bo rêberîkirina wê partîyê dîyar dike.

HDP her dem serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi otorîterîzmê tometbar dike.

Hejmareke zef ji endamên HDP'ê vê gavê girtî ne û ew partî li dijî êrîşên vê dawîyê yên Tirkîyê li ser Efrînê derdikeve.