Hêzên Ewlekarîya Îranê Du Birayên Kurdên Yarsan Kuştin

Rêxistinên mafên mirovan ragihand ku du birayên Kurdên Yarsan bi navên Meysem Weysî û Mucteba Weysî ji alîyê hêzên ewlekarîya rejîma Îranê ve li herêma Kirmaşanê hatin kuştin.

Herdu çalakvanên Kurd wekî bi xebatên xwe yên warê kelepûrî dihatin naskirin. Ew herwiha damezrînerên pirtûkxaneyeke Kurdî li Kirmaşanê bûn.

Li gor raporteke Rêxistina Hengaw, Meysem Weysî û birayê wî Mocteba ji alîyê Pasdaran ve hatin kuştin, piştî ku xanîyê wan li gundê Dalaho hatibû dorpêçkirin.

Hêzên Pasdaran bêyî hişyarîyekê bide wan, teqe li wan kir û ew di cih de kuştin.

Hengawê got ku “Çarenivîsa yek ji hevalên herdu birayan bi navê Ferşad Hatamîpûr bi yekcar ne diyar e.”

Herdu bira Kurdên Yarsan bûn û ji dema xwepêşandanên sala borî ve xwe ji hêzên ewlekarîyê vedişartin.

Hangawê bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku li hember van bûyeran helwestekê nîşan bidin.

Piştî operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê, hêzên ewlekarîya Îranê asta tepeserkirin, kuştin û darvekirina welatîyên xwe zêde kiriye.