Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî roja Çarşemê li Bexdayê pêşwazî li şandeke Herêma Kurdistanê kir ku bi serokatîya Wezîrê Çavkanîyên Xwezayî (samanên suriştî), Kemal Mihemed Salih, pêk hatibû.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîr li ser X'ê got: "Di civînê de tevî şanda Herêmê nûnerên gelek kompanîyên petrolê yên navneteweyî ku li Herêmê kar dikin amade bûn, bi beşdarîya Wezîrê Derve, Wezîrê Petrolê û Serok Erkanê Artêşa Îraqê civîn pêk hat."
Di civînê de, Serokwezîr Zeydî guhdarîya pêzanîn û agahîyên berfireh li ser rewşa karûbarên kompanîyên petrolê wergirtin, bi taybetî piştî pêşhatên dawî û bandora şer û pevçûnên dawî li kerta enerjîyê.
Herwiha plan û dîtineke giştî ji bo vegerandina çalakîyên wan kompanîyan di demeke kurt de hate pêşkêşkirin û erêkirin.
Serokwezîr Zeydî ferman da ku hemû pêdivîyên teknîkî û ewlehî ji bo parastina çalakîyên kompanîyên petrolê yên li Herêma Kurdistanê bên peyda kirin.
Wî diyar kir ku rawestandina hinardekirina petrolê bi rêya Tengava Hormuzê zirareke mezin li aborîya Îraqê kiriye. Wî got ku pêwîst e hewildanên zêdetir bên kirin da ku ev zirar werin tijîkirin û astengîyên li ber zêdekirina hilberînê di sektora petrolê de werin rakirin.
Serokwezîrê Îraqê ji kompanîyên petrolê yên li Herêma Kurdistanê xwest ku ji roja Pêncşemê ve çalakîyên xwe ji nû ve dest pê bikin.
Zeydî bal kişand ser girîngîya hevkarîya hevbeş, peydakirina mercên guncaw û dabînkirina hemû pêdivîyên bingehîn ji bo serkeftina sektora petrolê.