Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş serdanên bo damezirandina komîsyona ser şopandina pêvajoya aştîyê didomîne. Kurtulmuş îro Sêşemê çû serdana Îyî Partîyê.
Civîna Kurtulmuş û Serokê Îyî Partîyê Musavat Dervîşoglu bi qasî 40 deqîqeyan dom kir.
Dervîşoglu piştî civînê dîyar kir ku ewê partîya wan, Îyî Partî di komîsyonê de cîh negire.
Wî got tevî ku ewê jiber endîşeyên ewlekarîya welêt di komîsyonê de cîh negirin jî ewê hemî karên wê komîsyonê bişopînin.
Kurtulmuş hefteya borî serdana Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Koma Yenî Yolê kiribû.
Hevserokê DEM Partîyê Tuncer Bakirhan îro Sêşemê di komcivîna partîya xwe de got damezirandina komîsyonê jibo pêşveçûna pêvajoyê ‘’pir girîng’’ e.
Bakirhan herwiha, di komcivîna partîya xwe de dîyar kir ku Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê derbazî cîhekî nû bûye û ew bo prosesê di rewşeke hîn baş de dixebite.
Bakirhan da zanîn ku komîsyon wê di rojên pêş de were damezirandin û dest bi karên xwe bike