Parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê Stenbol Numan Kurtulmuş jibo seroktîya parlamanê serlêdana berbijarîyê kir.
Kurtulmuş got ku rojevên dijwar û girîng li benda parlamanê ne.
‘’Meclîs wê berpirsîya xwe bi baldarî bi cîh bîne, ewê jibo armancên neteweyî yên Tirkîyê gavan biavêje’’
Ew ji alîyê AKP û Partîya Tevgera Neteweprest (MHP) ve jibo seroktîya parlamanê wek berbijar hat nîşan dan.
Serlêdana berbijarên seroktîya parlamanê dê îro Sêşemê heta 24:00 bidome.
Piştî dengdana li parlamanê serokê nû yê meclîsê dê dîyar bibe.
Jêder: NTV