Kushner Dibêje ew li Ukraynayê Çaverêyî Pêşketinên Zêdetir in

Russia Ukraine War US

Nûnerê Amerîkî Jared Kushner roja Yekşemê got ku şanda Amerîkî ya ku serdana Kîevê dike li benda pêşketinên zêdetir e, di danûstandinên aştîyê de ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye.

Di daxuyanîyên hevbeş de ji rojnamevanan re piştî gera yekem a danûstandinan, hevkarê wî nûner Steve Witkoff got ku tîma Amerîkî pir dilxweş e, ji ber tiştê ku wî wekî gotûbêjeke "watedar û girîng" bi nav kir.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî îro Yekşemê got ku danûstandinên Ukraynayê bi danûstandkarên aştîyê yên Amerîkî Steve Witkoff û Jared Kushner re "gelek girîng" bûn.

Zelenskuyy ji rojnamevanan re got ku wan li ser garantiyên ewlehî û aborî yên ji bo Ukraynayê û her weha dabînkirina mûşekên parastina esmanî û pakêtek piştgirîya zivistanê nîqaş kirine.

Wî her wiha hêvî kir ku danûstandinên sêalî, di nav de Ukrayna, Rûsya û Amerîka, dê di demek nêzîk de ji nû ve dest pê bikin.