Kushner Derabrê Plana Trump a Aştîyê ya Xezayê bi Netanyahu re Civiya

Jared Kushner û Benjamin Netanyahu,

Şêwirmendê Bilind ê Serokê Amerîkayê Jared Kushner îro Duşemê, li Orşelîmê(Quds) bi Serokwezîrê Israîl Benjamin Netanyahu re civiya da ku plana Serok Donald Trump ji bo dawîkirina şerê Xezayê danûstandinan bikin û plana aştîyê pêş bixin.

Civîna Kushner bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re rojekê piştî civîna Kushner bi berpirsê Hemasê Xelîh Heye re hat, ku li Qahîreyê hevdîtin pêkhatibû. Heta niha ev duyemîn civîna Kushner e, bi nûnerên Hemasê re.

Netanyahu dibêje ku artêşa Îsraîlê tenê piştî bêçekkirina tevahî ya Hemasê û komên çekdar dê ji Xezayê vekişe.

Dîplomat jî dibêjin ku berî hilbijartinên 27'ê Cotmehê, Îsraîl ne amdeye derbarê pirsa Xezayê û Hemasê dest ji berdêl û hin xalên girîng berde.

Hemas plana bêçekkirinê qebûl kiriye, lê dibêje bicihanîna wê girêdayî vekişîna hêzên Îsraîlî û rawestandina êrîşan e.

Serok Trump diyar kir ku peymana aştîyê ya Xezayê dê qonax bi qonax were bicîhanîn, hêzên Îsraîlî dê ji Xezayê vekişin ligel pêşketina pêvajoya bêçekkirina Hemasê û grûpên çekdar, û "hêzeke aramîyê ya navneteweyî" dê bi hêzeke polîsên Filistînî ya nû re hevkarîyê bike da ku ewlehî serdest be û aştî û aramî vegere herêmê.

Hêjayî gotinê ye ku, doh Yekşemê nûnerên serokê Amerîka Donald Trump li Qahîreyê bi navbeynkarên Misir, Qatar, Tirkîyê û Îsraîlê re hevdîtinan çêkirin, da ku plana Serok Trump ya aştîyê li Xezayê pêşde bibin.