Nûnerê Amerîka yê Aştiyê, Jared Kushner roja Şembîyê di peyameke vîdyoyî de li konferansa "Stratejiya Ewropî ya Yalta" li Kyivê axivî û got: "Ax dê bibe mijara sereke di nêvbera Rûsya û Ukraynayê de, ku helwestên her du aliyan li ser vê xalê gelekî ji hev dûr in."
Kushner her wiha anî ziman ku beşên din ên pakêta peymanê amade ne: Wî got, "Eger her du alî amade bin ku li ser mijara axê bigehin rekeftineke, ez bawer im ku beşên mayî yên peymanê jixwe hatine diyarkirin."
Kushner herwiha ragehand ku Serokê Rûsya "Vladimir Putin ew xeta ku dixwaze bigihîje wê, diyar kiriye. Eger Ukrayna amade be ku xwe vekişîne ser wê xetê, beşên din ên peymanê amade ne. Lê niha Ukrayna naxwaze vê yekê bike."
Kushner diyar kir ku rola Amerîkayê wekî navbeynkar ew e ku "çareseriyeke afirîner" bibîne; çareseriyeke ku hem daxwazên Kyivê binpê neke û hem jî Rûsyayê bikişîne ser wê yekê ku dawî li şer bîne.
Medyaya Ukrayna ji gor axiftinên Serokê îstaxbaratê yê Ukrayna Kyrylo Budanov re got, ku Kyiv xwe amade dike da ku di meha Cotmehê de danûstandinên sêalî ji nû ve dest pê bike.
Hîn jî nakokiyên mezin di navbera her du aliyan de hene li ser çawaniya bidawîkirina şer. Yek ji mijarên sereke ew e ku dê çi li beşên rojhilata Donbas'ê, ku Ukrayna hîn jî kontrol dike, were.
Moskow dibêje, ew xwedîyê herêmê ye, lê ew nekariye wê bi dest bixe tevî şerên dijwar ên bi salan.