Kuweyt û Behreyn roja Pêncşemê ragihand ku ew rastî êrîşên nû yên esmanî ji alîyê Îranê ve hatin, di demekê de ku girjîyên li dor kontrolkirina Tengava Hormuzê di navbera Washingtonin û Tehranê de berdewam dikin.
Artêşa Kuweytê dîyar ku hêzên wê bersîva pêleke nû ya êrîşên dronî dane ku wek êrîşa Îranê" binav kir.
"Serfermandarîya Giştî ya Artêşê destnîşan dike ku her dengê teqînê yê ku tê bihîstin ji ber sîstemên berevanîyê yên esmanî ve têkbirina armancên dijmin pêk tên," artêşê li ser X’ê got.
Di heman daxuyanîyê de ji welatîyên Kuweytê hat xwestin ku pîvanên ewlehîyê yên ku bi fermî hatine ragihandin, werin şopandin.
Hevdem Ajansa nûçeyan AFP ragihand ku li nêzîkî bajarê Kuweytê yê paytexta dewleta Kendavê dengê teqînan hatiye bihîstin.
Kuweyt û Behreynê îro Pêncşemê gotibûn ku berevanîya esmanî ya wan di demjimêrên zû de bersîva pêleke din ya êrîşên Îranê dane. Li Manama, paytexta Behreynê, sîrenên hişyarîyê dihatin bihîstin.
Îranê ragihand ku wê li Kuweytê li sîstemên radarê, sîstemeke berevanîya esmanî, û navendên embarkirina sotemenîyê li bingeha esmanî ya Elî el-Salem xistîye û herwiha li Bahreynê jî navendên leşkerî yên Amerîka li Bingeha Esmanî ya Şêx Îsa kirîye armanc.
Herdu welatên Kendavê bi nûdestpêkirina şerê Washington û Tehranê di 7’ê Tîrmehê vir ve rastî êrîşên Îranê tên.