Kuweyt Êrîşeke Rejîma Îranê ser Girava Bûbîyanê Pûç Dike

Wezareta Derve ya Kuweytê îro Sêşemê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê bi êrîşekê li ser giraveke wê tawanbar kir.

Wezaretê li ser platforma X'ê ragihand ku komeke şeş kesî ya Pasdarên Îranê, bi mebesta êrîş û tevlihevîyê li dijî Kuweytê, xwestine bi dizî bikevin girava Bûbîyanê, lê hewildana wan hatîye pûçkirin.

Kuweytê got ku hêzên wan rûbirûyî wê komê bûne û çar endamên wan girtine, lê du kesên din winda bûn.

Herwiha hat ragihandin ku di wî şerî de endamekî hêzên ewlekarîyê yê Kuweytê birîndar bûye.

Girava Bûbîyanê dikeve bakurê rojavayê Kendava Farisê, nêzîkî sînorê Îraqê. Niha li ser wê giravê projeya çêkirina benderekê berdewam dike ku hikûmeta Çînê pereyê wê dide.

Wezareta Derve ya Kuweytê ev êrîşa "ne qanûnî û dijminane" bi tundî şermezar kir. Wezaretê got ku li gor qanûnên navnetewî, mafê wan heye ku ji bo parastina xwe bersivê bidin.

Rejîma Îranê heta dema amadekirina vê nûçeyê, ti daxuyanî an jî bersiv li ser vê mijarê nedaye.