Kuweyt Êrîşên Îranê yên li ser Behreynê Şermezar Dike

Wezareta Derve ya Kuweytê îro Çarşemê êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê li ser Behreynê şermezar kir.

Wezaretê li ser platforma X'ê daxuyanîyek belav kir û diyar kir ku ev êrîş "metirsîyeke mezin e, qanûnên navneteweyî bi tevahî binpê dike û ewlehî û aramîya herêmê dixe metirsîyê."

Wezaretê herwiha tekez kir ku ew van êrîşan bi tundî red dikin û divê ev êrîş “yekser bên rawestandin.”

Hikûmeta Kuweytê herwiha piştgirîya xwe ya ji bo Behreynê teqez kir.

Îranê destpêka Çarşemê pêleke êrîşên mûşek û dronan bir ser Behreynê. Di heman demê de Kuweyt bi xwe jî rastî pêleke êrîşên Îranê hat.