Kuweyt: 3 Xalên Sînorî û Platformeka Kolandina Petrolê Rastî Êrîşekê Hatin

Artêşa Kuweytê roja Yekşemê ragihand ku sê xalên sînorî yên li bakurê welêt rastî "êrîşek dijminane" hatine.

Berdevkê fermî yê Wezareta Parastinê, Kolonel Siûd Ebdulezîz El-Etwan,di daxuyanîyekê de got: " di encamê de zîyanên madî çêbûne."

Li gor daxuyanîyê yek ji platformên kolandinê yên deryayî yên girêdayî kompanîya Petrolê ya Kuweytê li avên herêmî yên Kuweytê jî ji hêla dronekê ve hat armancgirtin, ku di encamê de zîyana madî çêbû û karkerek birîndar bû.

Hejayê gotinêye Wezareta Derve ya Kuweytê îro, roja Yekşemê, êrîşên Îranê yên ku sibehê li dijî Dewleta Kuweytê hatin kirin, bi tundî şermezar dike.

Di daxuyanîyekê de, wezaretê got ku ev êrîş binpêkirineke giran a serwerîya Kuweytê û ewlehîya axa wê ye û nîşana domandina rêbazeke dijminatîyê ya dubare ye.