Artêşa welatê Kuweytê îro Yekşemê ragihand ku sîstema wê ya berevanîyê êrîşên “dijminane” yên Îranê vedigerîne.
Artêşê di daxuyanîyeke ku li ser platforma X’ hat belavkirine de got, “Niha, piştî êrîşa Îranê ya gunehkar, berevanîya esmanî ya Kuweytê bi êrîşên mûşekî û dronan ên dijminane re rû bi rû ye.”
“Fermandarîya Giştî ya Artêşê balê dikişîne ku eger dengên teqînan hatin bihîstin, ew encama sîstema berevanîya esmanî ne ku êrîşên dijminane asteng dikin,” Artêşê got.
Daxuyanîya artêşa Kuweytê got, “Ji her kesî tê xwestin ku rênimayên silametî û ewlehîyê yên ku ji hêla berpirsên pêwendîdar ve hatine dayîn, bişopînin.”
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) şeva borî pêleke din a êrîşan bir ser Îranê wek bersiva êrîşên ku supaya pasdaran li dijî keştîyên bazirganî yên di Tengava Hormuzê de û welatên herêmê dike.