Artêşa Kuweytê ragihand ku du dronên ku ji Îraqê hatine avêtin du bingehên sînorî yên bakurê Kuweytê armanc girtin.
Leşkerê Kuweytê di daxuyanîyekê de îro Înê ku li ser platforma X'ê balav kir ragihand, ku du dronên bombekirî ji alîyê Îraqê ve hatin avêtin lê ti ziyanên canî nebûn û bi tenê hin ziyanên madî çê bûn.
Êrîş di demekê de hat ku karbidestên Kuweytê doh roja Pêncşemê trafîka esmanî ji nû ve vekir.
Hêla esmanî ya Kuweytê nexşe hebû ku ji roja Yekşemê ve geştên ji Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê ber bi çend cihan ve nû dest pê bike.
Her ji dema destpêkirina êrîşên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê di 29ê meha Adarê de, desthelatdarîya Kuweytê rêya esmanî ya welatê xwe daxist û tevahîya geştên esmanî yên Jazeera bi awayeke demkî ji Erebistana Saûdî xistine kar.