Raport: Kuweyt Hinartina Petrolê Radiwestîne

Li gor raporteke Blooming News, ku Ajansa Reuters jî parve kir, Dewleta Kuweytê îro Duşemê bi fermî ragihand ku ji ber astengîyên li Tengava Hormuzê, ew nikarin petrol bişînin derve. Kompanya Neteweyî ya Petrolê ya Kuweytê (KPC) biryara “Rewşa Awarte ya Yasayî” (Force Majeure) da zanîn.

Li gor raportê, firotin û hinartina petrolê bi temamî hatiye astengkirin ji ber ku keştîyên barhilger nikarin di Tengava Hormuzê re derbas bibin.

Karbidestên Kuweytê radigihînin ku ji ber ku ev krîz di destê wan de nîn e, wan pabendbûna bi peymanên navneteweyî bi awayekî demkî rawestandîye.

Ev biryara Kuweytê piştî pêngavên wekî Îraq û Qeterê tê. Pisporên aborîyê hişyarîyê didin ku eger ev dorpêç berdewam bike, dê li bazarên cîhanê buhayê petrolê bi awayekî berbiçav bilind bibe û krîza enerjîyê zêde bibe.

Tengava Hormuzê ji bo bazirganîya petrola cîhanê xaleke stratejîk e û girtina wê bandoreke rasterast li aborîya gelek welatan dike.