Kuweyt Bixêrhatina Rêkeftina Amerîka û Îranê Dike

United States Iran Navy

Wezareta Derve ya Kuweytê di daxuyanîyekê de bixîrhatina rêkeftina ku doh Yekşemê di navbera Amerîka û Îranê de hat ragihandin, kir.

Wezaretê di daxuyanîya xwe ya ku li ser platforma X’ê hat weşandin de got, “Wezareta Derve pêşwazîya germ a Dewleta Kuweytê ji bo rêkeftina li ser peymannameya têgihîştinê ya di navbera Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de nîşan dide, ku rawestandina tavilê û daîmî ya operasyonên leşkerî, misogerkirina azadîya keştîvanîyê li Tengava Hormuzê û çareserkirina hejmarek pirsgirêk destnîşan dike. Di heman demê de rola ku Komara Îslamî ya Pakistanê û Dewleta Qeterê, li kêleka welatên din ên bira û dost lîstine, ku beşdarî nêzîkbûna nêrînan û afirandina şert û mercên ji bo gihîştina vê têgihîştina girîng bûne, bi giringî dinirxîne.”

Wezaretê anî ziman ku, “Her çend Wezaret piştgiriya xwe ji bo hemû hewildanên ku nakokî û pevçûnan bi rêyên aştiyane çareser bikin, li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî û Peymana Neteweyên Yekbûyî, nû dike jî, ew xwesteka Dewleta Kuweytê diyar dike ku ev têgihîştin gavek girîng ber bi nêzîkatiyên berfirehtir ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî bi rêya çareseriyên domdar ên ku prensîbên cîrantiya baş, di nav wan de rêzgirtina hevbeş û xurtkirina baweriyê, destwerdana ne di karûbarên navxweyî yên dewletan de, dûrketina ji karanîna hêzê an gefên wê, û rawestandina piştgiriya ji bo wekîlan pêk tîne, bi vî rengî beşdarî danîna bingehên ewlehî û aramiyê li ser asta herêmî û navneteweyî dibe, û misogerkirina azadîya berdewam a navîgasyonê li Tengava Hormuzê.”

“Wezaret bang li hemû alîyan dike ku bi giyanekî erênî û avaker beşdarî danûstandinên siberojê bibin, bi awayekî ku piştgirî bide hewildanên zêdekirina hevkarîyê, xurtkirina aramîyê, û bidestxistina serfirazîyê ji bo gelên herêm û cîhanê,” Wezaretê got.