Wezareta Derve ya Kuweytê roja Duşemê bi tundî êrîşên Îranê yên dubare yên bi dron û mûşekan şermezar kirin û dibêje ku "ew êrîşên hovane û dojminkarî ne."
Wezaretê êrîş wekî "zêdebûna metirsîdar û rasterast li ser ewlehî û aramîya Dewleta Kuweytê bi nav kir, û got ku êrîş "binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî, Peymana Neteweyên Yekbûyî û biryara Civata Ewlekarîyê ya 2817 (2026), û gefek mezin a li ser ewlehîya sivîlan û binesazîya girîng a welêt" in.
Wezaretê tekez kir ku berdewamî û dubarekirina van êrîşan hewldanên kêmkirina girjîyan lawaz dike û dibin gef li ser ewlehî û aramîya herêmê.
Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) û welatên Kendavê û hin welatên herêmê jî êrîşên ser Kuweytê şermezar kirin.
Enwer Qerqaş, şêwirmendê dîplomatîk ê serokê Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, roja Duşemê berdewamîya êrîşa Îranê li dijî dewleta cîran Kuweytê şermezar kir.
Qerqaş li ser platforma X'ê got; "Di demekê de ku herêm şahida hewldanên aştîyeke hestdar e ji bo derxistina wê ji rewşa şer û krîzan, ev zêdebûn û binpêkirina serwerîyê û qanûna navneteweyî ye û ji bilî têkdana aramîyê tiştek din nîşan nade."
Fermandarîya Giştî ya Artêşa Kuweytê Duşemê ragihand ku hêzên wan ên berevanîya esmanî êrîşên mûşekî û dronan di serê sibehê de asteng kirine.
Daxuyanîya Artêşa Kuweytê nîşan da ku dengên teqînan ji encama sîstema berevanîya esmanî ne ku "êrîşên dijminane" pûç û asteng kirine.