Erdhejek li Bajarê Los Angelesê Qewimî

Dîmeneke arşîvê ya bajarê Los Angeles.

Li gor Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê, îro Şemîyê erdhejek bi pileya 5.0 li gorî pîvana Richter li bajarokê Manhattan Beach yê nêzîkî bajarê Los Angeles qewimî. Ti agahî derbarê qurbanîyan nehatine dayîn.

Navenda Agirkujîyê ya Los Angelesê rewşa hişyarîya erdhejê ragihand û ji 106 stasyonên agirkujîyê yên taxên cuda karmend şandin da ku binesazîyê kontrol bikin û piştrast bikin ku zirar çênebûye. Navendê di hişyarîyekê de got ku birîndar an zirara li avahîsazîyê nehatiye ragihandin.

Bajarokê Manhattan Beach ji rûniştvanan xwest ku ji bo erdhejên piştî erdheja serekî amade bin, ku dikarin çend xulek, demjimêr û carinan jî çend rojan, piştî erdhejê çêbibin. Şaredarîyê li ser torên civakî got ku di vê gavê de gefa tsûnamî tune.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê got ku du erdhejên piştî erdhejê li Manhattan Beach û çar erdhejên din li Hermosa Beach a nêzîk hatine tomarkirin, ku xuya dike ku beşek in ji "rêze erdhejên herêmî."