2 Kes li Bingeheke Leşkerî ya Eyaleta Teksasê Hatin Kuştin

Karbidestên ewlekarî yên eyaleta Teksasê li Amerîka dibêjin, 2 kes îro Înê li bingeha esmanî ya Lackland li bajarê San Antonio hatin kuştin.

Berdevkê ofîsan ya devera Bexar James Keith got, wiha xiya dike ku kiryar êrîşeke kuştinkarî û xwekuştinê ye.

Rojnameya serbixwe Air Force Times îdia kir ku fermandarekî bilind ji alîyê leşkerekî hêzên esmanî ve hate kuştin.

Heta niha nasnameyên her du kesan nehatin eşkere kirin.