Çilîniya Nivîskar Û Kesayetiyê Êzidî Pîr Xidir Silêman

Çilîniya Pîr Xidrê Silêman li Duhok

Bi amadebûna malbat wî û hejmarek roşenbîr û kesayetiyan, çilînîya koçkirina nivîser û lêkolerê Êzdî Pîr Xidir Silêman li navenda Laliş ya roşenvîrî û civakî li Duhok hat encam dan.

Pir Xidir yek ji wan nivîser û kesan bû yên ku bo cara yekê lêgerîn ê lêkolîn encamdayîn û çûye cem pîr û kalên Êzdîyan jibo komkirina qewl, sebeq û kulturê Êzdîyan. Wî ew berhem û têkistên ola Êzifîyan ji devkî veguhastin ser kaxezê bi armanca parastina wan ji nemanê.

Pir Xidir pirtûka Êzdîyatî çapkir û weke made û bernameya perwerde û hînkariyê li dibistanan bo zaroyên Êzdî hatine amade kirin û gotin li disbistanan ew bername ji pola 1-6 destpêkê tê xwendin û heman pirtûk bi tîpên latînî jî tê xwendin.

Di çilînîya Pîr Xidir Silêman da, bi amadebûna malbat û zaroyên wî ku ji Elmanya hatin jibo beşdarîyê di di çilînîya wî da bikin, keça wî Buhar Pîr Xidir di bêje "Êzê rêka babe xwe girim ewî gelek hez li ser mamostayetîyê hebo ez rêçka wî bernadem."

Çilîniya Pîr Xidirê Silêman li Duhok

Cefer Simo yek ji endamên navenda Laliş ya roşenbîrî û civakî behsa hebûna kesayetiya Pir Xidir dike, "Pîr sitûna danasîna Êzdîyatîyê bo ji kesên yekê bo ji bo mîtolojiya Êzdîyatîyê û ji kesên yekê bûye Êzdîyatî êxistî ser peran."

Êzdîyatî û Gundîyatî 2 berhemên giring yên nivîser Pir Xidrî ne, tevî çenîn lêkolîn nivîs derbarê Êzdîyatiyê berhem anîne û gelek ji sebeq û qewlên Êzdêyan di van pirtûkan de parastîne û kom kirîne.

Piştî serhildana 1991, Pîr Xidrê Silêman yekem Êzdî bû, bûye serokê Yekêtîya Nivîserên Kurd li Duhok û yek ji damezrênerên Navenda Laliş bo dîsan yekem serokê heman navendê bû. Ev bingehe di sala 1993 hatîye damezrandin jibo arşîfkirin û parastina kultur û dîroka Êzidîyan.

Pîr Xidir di sala 2000ê da, koçberî Elmanîya dibe û li wîderê jî ciyekê giring di nava civaka Kurd û Êzidî da digire û Êzdîyatîyê hînî zaroyên Êzdî dide, di sala 2021 bi seredan tê Duhok û berî 40 rojan koça dawîyê dike, wî berhem û xebatek jêhatî di ware Êzidiyatiyê da li paş xwe hiştîye.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Duhok 26 12 2021