Lîstikvanê Japonî Ryoyu Kobayashi medalya zêrîn di werzîşa çengkirina xilêska ser berfê de wergirt. Kobayashi 99.5 metre çû û 129.6 xal bi xêra stayla xwe balkêş wergirt.
Di rêza duyê de, Manuel Fettner yê ji Austryayê medalya zîv stand û Dawid Kubacki di rêza sêyem de medalya bronz wergirt.
Qehremanê vê lîstikê Andreas Willinger, ku du caran medalya zêrîn wergirtîye, li Olîmpyadên Pekînê ne amade ye jiber ku ew hefteya borî bi nexweşîya vîrûsa koronayê ket.
Di nûçeyeke din de, lîstikvanê hokî yê Finlandî Marko Anttila di hotela xwe de li Pekînê dimîne piştî ku ew bi vîrûsa koronayê ket.
Rahênerê wî Jukka Jalonen dibêjin ku tiştek ligel Anttila nehatiye guhertin. Lîstikvanê navdar meha borî bi COVID-19 ket û ji wê çaxê ve du caran xwe test kiriye, lê herdu caran jî testa wî erênî bû. Vê yekê jî rê li ber vegera wî bo nav tîma Finlandayê girtiye.