Lavrov: Fînlandîya û Swêd Bibin Endamên NATO jî Wê Tiştek Neguhere

Wezîrê Derve ya Rûsya Sergey Lavrov dîyar kir ku Fînlandîya û Swêd bibin endamên NATO jî ewê ti ferqeke mezin çênebe.

Lavrov bal kişand ku Swêd û Fînlandîya ji zû de beşdarîya li hîndarîyên leşkerî yên NATO dikin.

‘’Fînladîya, Swêd û welatên din yên bêalî çend sal in tevlî hîndarîyên leşkerî yên NATO dibin’’ Lavrov got.

Wî da zanîn ku bi endambûna Swêd û Fînlandîya ewê bibînin ku NATO di pratîkê de axa tifaqê çawa bi kar tîne.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir û ji wê çaxê vir ve Swêd û Fînlandîya bo bibin endamên NATO danûstandinê dikin.

Çaverê ye parlamana Fînlandîya îro Sêşemê ser endamtîya bo NATO dengdanê çêke.