Lavrov Ser Rawestana Danûstandinên Aştîyê Ukrayna Tawanbar Dike

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya ser rawestana hevdîtinên aştîyê Ukrayna tawanbar dike.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand.

Lavrov ji kanala Al Arabiya ya Dubaî re da zanîn ku Ukrayna berpirsa rawestana danûstandinên aştîyê ye.

Wî dîyar kir ku Ukrayna Kîevê bo danûstandinan pozîsyona xwe guherandiye û jiber wê danûstandin rawestîne.

Wezîrê Rûs herwiha da zanîn ku Rûsya li Ukrayna dijî NATO şer nake û dîyar kir ku ger tiştekî wisa çêbe ewê rîskên şerên navokî zêdetir bibin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê destpê kir. Amerîka û welatên Rojava kiryarên Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînin, lê Moskow dide zanîn ku ew li wî welatî operasyoneke taybet li dar dixe.