Serok Trump Îşev Peyamekê Arasteyî Gelê Amerîka Dike

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt

Serokê Amerîkayê Donald Trump dê Pêncşemê êvarê gotarekê pêşkeşî gelê Amerîkayê bike.

Li gorî Koşka Spî gotar dê li dor parastina bawerîpêanîna hilbijartinên welêt be.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt di civîneke çapemeniyê bê ku pir hûrgulî bide got ku gotara serok Trump dê tekezê li ser "hilbijartinên herî ewle û pêbawer" bike.

Ji hilbijartinên serokatiyê yên 2020-an vir ve, serok Trump bi berdewamî Îsrar kiriye ku encamên hilbijartinê bi sexteyî li hember wî pêkhatine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump qet têkçûna xwe di hilbijartinan de qebûl nekiriye.

Berdevka Koşka Spî Leavitt got, "Serok tiştek pir girîng li ser pêbaweriya hilbijartinên me radigihîne.

"Bi îhtîmaleke mezin, ew ê di destpêka axaftina xwe de li ser rewşa heyî ya li Îranê û aboriyê jî biaxive." Me nîqaşek li ser axaftina wî ya li ser gelek tiştan kir, û pir îhtîmal e ku îşev jî be," Leavitt got

Leavitt bal kişand ser êrîşên dawî yên hêzên Amerîkî li dijî Îranê ku bersiva binpêkirina Peymana Lihevtêgihîştinê ji hêla Îranê ve bi êrîşkirina keştîyên bazirganî li Tengava Hormuzê pêkhatin.

Serok Trump ji qanûndanêran xwestiye ku qanûnek bi navê Qanûna Parastina Amerîkayê derbas bikin, ku ji dengdêran dixwaze ku dema qeydkirina dengdanê delîlên hemwelatîbûnê pêşkêş bikin û li navendên dengdanê nasnameyan nîşan bidin.

Li gorî qanûna federal a Amerîkayê, dengdêr ji bo hilbijartinên neteweyî divê hemwelatiyên Amerîkayê bin, tenê wan mafê dengdanê heye.