Amerîka îro Çarşemê hişdarîyeke tund ji Îranê re şand û got ku Serok Donald Trump dê xurttir li wan bide eger Tehran qebûl neke ku ew "di warê leşkerî de" têk çûye.
Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt di konfranseke rojnamevanî de got: "Serok Trump ji ber xwe ve napeyive û ew amade ye ku dohejê bîne holê. Divê Îran dîsa hesabên şaş neke."
Leavitt herwiha da zanîn ku "eger Îran rastîya vê kêlîkê qebûl neke, eger ew tênegihêje ku ew di warê leşkerî de têk çûye, û dê her wisa bimîne, Serok Trump dê piştrast bike ew bi awayekî tundtir rastî lêdanê werin."
Li vê dema ku operasyonên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê ketine hefteya çaremîn, welatên wekî Pakistan, Tirkîye û Misir hewlên xwe dikin ji bo navbeynkarîya danûstandinên bidawîkirina şer. Lê hîn jî nezelalî derbarê van gotûbêjan heye.
Rojnameya New York Times ragihand ku Amerîka planek 15-xalî ji bo rawestandina şer şandîyê ji Îranê ye.
Leavitt got ku gotûbêj berdewam dikim. Ew berhemdar in, wekî ku Serok roja Duşemê got, û ewê berdewam bikin."