Leavitt bo VOA: Rejîma Îranê Heta 8'ê Êvarê Dem Heye ku ligel Amerîka Bigihêje Rêkeftinekê

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt

Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt di daxuyanîyeke taybet de ji Dengê Amerîka re got: "Rejîma Îranê heta demjimêr 8'ê êvarê bi dema rojhilat Amerîkayê dem heye ku bigihêje biryarekê bi Amerîkayê re peymanek çêbike."

Leavitt diyar kir ku di rewşeke wiha de, "tenê Serok dizane ka rewş li ku ye û ewê çi bike."

Ev daxuyanî di demekê de ye ku tenê çend demjimêr mane bo hişyarîya tund ku Serok Donald Trump daye îranê da ku Tengava Hormuzê li hember geştên keştevanîyê veke, eger na ewê Îran rastî êrîşên bêhempa were.

Dema ku serok Trump ji bo Îranê destnîşan kiriye ku mercên Amerîkayê qebûl bike û rêkeftinekê pêk bîne îşev demjimêr 8'ê êvarê bi dema Washingtonê bidawî dibe.