Karbidestekî Libnanî roja Pêncşemê red kir ku Beyrûtê bi Îsraîlê re li ser lîsteya welatan li hev kiriye da ku bêçekkirina Hizbullahê piştrast bikin.
Karbidestê Libnanî ku navê xwe eşkere nekir got ku welatê wî vê mijarê bi Washingtonê re dişopîne.
Ajansa Reuters raportek belav kiribû, tê de gotibû ku Îsraîl û Libnanê li ser sê welatan: Brîtanya, Îtalya, û Swîsreyê li hev kirine da ku prosesa bêçekkirina Hizbullahê piştrast bikin. Lê karbidestê Libnanî naveroka wê raportê red kir.
Peymanek 26'ê Hezîranê bi navbeynkarîya Amerîkayê vekişîna gav bi gav a leşkerên Îsraîlê ji başûrê Libnanê bi "bêçekkirina piştrastkirî" ya hemî komên çekdar ji hêla hikûmeta Libnanê ve girêdide. Hizbullah, ku li dijî peymanê ye, bêçekkirin red kiriye.
Karbidestekî Wezareta Derve ya Amerîkayê Sêşemê gotbû ku di gera civînên bi navbeynkarîya Amerîkayê yên di navbera Libnan û Îsraîlê de ku hefteya borî li Romayê pêk hatin, "Piştrastkirina alîyekî sêyemîn" a "operasyonên paqijkirinê" yên artêşa Libnanê hat nîqaşkirin, lê behsa lîsteya kurt an welatên têkildar nehat kirin.