Hikûmeta Libnanê îro Sêşemê kaxezên fermî ji balyozê Îranê li Beyrûtê kişandin û ew wekî kesekî ne xwazyar binav kir.
Wezareta Derve ya Libnanê heta roja Yekşemê da balyozê Îranê ku ji Libnanê derkeve.
Wezaretê herwiha banga balyozê Libnanê li Îranê kiriye ku ji bo şêwiran vegere Beyrûtê. Hikûmeta Libnanî dibêje ku sedema van gavan ew e ku Tehran nîrên dîplomatîk di navbera herdu welatan de binpê kiriye.
Piştî destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê, Libnan jî ket nav şer dema ku koma Hizbullah a ser bi Îranê ve dest bi avêtina mûşekan ber bi Îsraîlê ve kir. Wekî bersiv, Îsraîlê dest bi kempeynekê li dijî koma terorîst li nav Libnanê kiriye.