Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku îro Pêncşemê li Washingtonê, Îsraîl û Libnanê ji bo cara duwem bi awayekî rasterast danûstandinê dikin.
Di encama şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, herdu welat dixwazin li ser aştîyê biaxivin da ku şerê bi dehan salan bidawî bibe.
Karbidestekî Îsraîlî ji Dengê Amerîkayê re got ku danûstandin dê demjimêr 4'ê êvarê bi dema Washingtonê destpê bikin. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û balyozên Îsraîl û Libnanê, Yechiel Leiter û Nada Hamadeh Moawad jî dê beşdarî bibin.
Wî karbidestî herwiha got ku ji Amerîkayê çend kesên din jî dê tevlî danûstandinan bibin. Di nav wan de balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê Mike Huckabee, balyozê Amerîkayê li Libnanê Michel Issa û şêwirmendê Amerîkayê Michael Needham hene.
Wezareta Derve ya Amerîkayê bersiva Dengê Amerîkayê neda û li ser lîsteya kesên di danûstandinan de ne tiştek negot.
Balyozên Îsraîl û Libnanê di 14'ê Nîsanê de li Washingtonê bi navbeynkarîya Wezîrê Derve Rubio danûstandin kirin. Di wan danûstandinan de, herdu dewlet li ser agirbesteke 10 rojî li hev kirin. Wê agirbestê piştî şerê dawî yê navbera Îsraîl û Hizbullahê, di 16'ê Nîsanê de destpê kir.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar roja Pêncşemê li ser platforma X'ê ragihand ku Hizbullahê pênc caran agirbest binpê kirîye. Wî got ku hefteya borî, endamên Hizbullahê dronek birin ser leşkerên Îsraîlî û li başûrê Libnanê pir nêzîkî wan bûn.
Ofîsa Serokê Libnanê Joseph Aoun li ser platforma X'ê ragihand ku wî îro roja Pêncşemê bi Wezîrê Pêşketina Rêvebirî Fadî Makî re civînek kirîye. Makî got ku ji bo wan “pir girîng e agirbest berdewam bike û berfirehtir bibe.” Wî herwiha diyar kir ku “Divê ev agirbest li her derê bi tevahî pêk bê.”
Ofîsa Aoun ragihand ku ew ji ber kuştina rojnamevana Libnanî Emel Xelîl “gelekî xemgîn e.” Xelîl roja Çarşemê li başûrê Libnanê hat kuştin û hevkareke wê ya jin jî birîndar bû. Hate ragihandin ku destê leşkerên Îsraîlê di vê êrîşê de hebû. Arteşa Îsraîlê got ku ew vê bûyerê vekolîn dike.