Balyozê Amerîka: Danûstandinên Libnan û Îsraîlê Gihîştine Xaleke bê Veger

Balyozê Amerîkayê li Beyrûtê Michel Issa, îro Duşemê pabendbûna berdewam ya welatê xwe ji bo alîkariya Libnanê nîşan da, û diyar kir ku danûstandinên di navbera Libnan û Îsraîlê de gihîştine xalek bê veger, bi wê nêrînê ku ev pêvajo dibe alîkar "ji bo bidawîkirina êşên gelê Libnanê".

Li gor Daxuyanîya Serokatîya Libnanê a li ser platforma X'ê hat ragehandin ku piştî hevdîtina xwe bi Serokê Libnanê Joseph Aoun re, Balyoz Issa got, "Em girîngîyek mezin didin dosyaya Libnanê, û Serok Donald Trump pir caran li ser Libnanê diaxive.


Derbarê dubarebûna êrîşên di navbera Îran û Îsraîlê de, Balyozê Amerîkî got, "Tiştê ku duh qewimî peyamek siyasî bû, û me li Amerîkayê biryar da ku nehêlin ev pevçûn bêtir berfireh bibe."

Ji alîyê xwe ve, Serokwezîr Newaf Selam Îro - dema ku balyozê Amerîkî pêşwazî kir - tekez kir ku "kes li ser navê Libnanê danûstandinan nake ji bilî dewleta Libnanê bi xwe."

Tê zanîn danûstandinên Libnanî- Îsraîlî yên ku di 14ê Nîsanê de li Wezareta Derve ya Amerîkî li Washingtonê dest pê kir, biryar e di 22ê vê mehê de berdewam bibin.