Di encama lehîyeke giran de avahîyek li bajarê Artvin hilweşî û 8 kesên nav wê avahîyê hatin kuştin.
Walîyê Artvînê Kemal Cirit ji ajansa Reuters re got ku 2 hemwelatî jî hinda bûne ku yek jî wan zarok e. wî got, hewlên lêgerîna wan jî berdewam dike.
Cirit da zanîn ku barana boş hîn didome û hawazan pêşbînî dikin ku heta derengîya şevê wê berdewam bike.
Televîzyonên Tirk dîmenên herêmê weşandin ku çawa avên baranê daran ji kokê rakirine û xanî jî zîyanên mezin dîtine.