Şeva borî li bajarê Duhok ji egera baran barînek dijwarû derketina lehiyê li herêma Feyidiyê ya başûrê Duhok 4 kesên ku di otombîlekê de bûn,giyanê xwe ji dest dan.
Li gelek taxan ziyanek madî mezin gihaye mal û samanê welatiyan, tîmêm hawarhatinê bi şêweke lezgîn xwe di gehînîn ciyên ku metirsî lê heye û gelek welatiyan ji mirinê rizgar dikin.
Berpirsê saziya hawarhatinên lezgîn li parêzgeha Duhok Bêwar Ebdulazîz dibêje tîmên wan heta niha termên sê qorbaniyan, mirî dîtine û termê kesê 4an heta niha nehatiye dîtin.
Welatiyên ku mal û xaniyên wan jêr av bûne, birine avahiyên xwendingehan, tenê giyanê xwe rizgar kirine weke din her tiştê wan jêr av bûye.
Rêvebirîya pîvanên seqa û hawîrdorê li parêzgeha Duhok dibêje, tenê şeva borî 52 mm, baran barîye, ev jî kêm caran di salê de rû dide.
Your browser doesn’t support HTML5
Selam Balayî 06 05 2018