Leşkerê Misirî Parleman Hilweşand

Leşkerê Misirî Parleman Hilweşand

Leşkerê Misirî roja Yekşembî parleman hilweşand û kar bi qanûna bingehîn ragirt, ku herdu daxwazên serekî yên xwenîşanderên piştevanên demokrasiyê bûn.

Leşkerê Misirî roja Înî desthilata welatî kontrol kir piştî li 18-emîn roja xwenîşandanan, serokê Misirî Husnî Mubarek dest ji serokatî berda.

Leşkerî ragihand ku bo demê şeş mehan, yan heta encam dana hilbijartinên serokatî û parlemanî, desthilatê kontrol dike.

Her roja Yekşembî, serokwezîrê Misirî Ahmed Şefîq got ku karê serekî yê hikûmeta wî, parastin û tenah kirina welatî ye.

Birêz Mubarek li roja 29 meha yek, Ahmed Şefîq wek serokwezîr destnîşan kir, çar rojan piştî destpêkirina xwenîşandanan.