Lewend Husên: Berdewambûna Alozîyan li Sûrîyê Wê Zirarê Bigihîne Kurdan jî

Serokê Yekîtîya Rojnamevanên Kurd li Sûrîyê Lewend Husên dibêje ku serhildana Sûrîyê heta nuha li gor berjewendîya Kurdan bûye, lê belê berdewambûna alozîyan wê zirarê bigihîne Kurdan jî.

Birêz Husên dibêje ku eger şerê Sûrîyê bidome, bawerî di navbera pêkhatên gelê Sûrîyê de namîne, alozî dijwartir dibe û herêm wêrantir dibe.

Birêz Husên herwiha dibêje ku berdewambûna alozîya Sûrîyê wê nakokîya navbera Kurdan jî dijwartir bike.

Derbarê rola Tehranê li alozîya Sûrîyê, birêz Lewend Husên dibêje ku Îran bizavê dike ku şerekî bike da ku bikaribe rejîma Sûrî biparêze û ew rejîm bimîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Lewend Husên re