Leyla Guven Hat Berdan

Leyla Guven û keça wê Sabîha Temîzkan

Dadgeha Tirk, bo Parlamantera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven biryara berdanê da.

Guven ji 31’ê Rêbendana 2018’an vir ve di girtîgehê de ye û bo ‘’rakirina tecrîda li ser’’ rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan 79 roj in di greva xwebirçîkirinê de ye.

Biryara ser berdana Guvenê, keça wê Sabîha Temîzkan ji Twitterê ragihand.