Fermandarê bajarê Orşelîm-Quds ê roja Duşem daxwaza cêbicê kirina nexşeyekê avakirinê kir ku dê wêrankirina nêzîkî 20 malên Filistîniyan li rojhilata bajarî vegirit.
Nir Barkat daxwaz ji civata nexşedanana bajarî kiriye heta pirojeya bi navê King's Garden pesend bikit.
Li meha sê-Adarê, Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji fermandar Barkat xwestibû heta wê projeyê ragirit û xema xwe diyar kiribû sebaret navdengê Îsraîlê di nav civaka nêvneteweyî de.
Rêberên Filistînî dibêjin ew piroje hewleka dî ya Îsraîlê ye bo girtina tevaya Orşelîm-Qudsê. Îsraîlê, Rojhilata Qûdsê ji destê Urdunê derxist lişerê sala 1967.
Karbidestên Îsraîlê dibêjin ew piroje hatîye danîn bo pêşve birina devera King's Garden, pişkeka rendeka Silwan. Li gora wî nexşeyê ew malên bi awayekî ne qanûnî hatîne ava kirin dê bêne wêran kirin.