Li Îraqê Sîyasetvanek Hate Kuştin

Di peqîna bombeyeke ser rêke de sîyasetvanekî Îraqî li navenda Bexdayê hate kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Polîs ragihand, Jassim al-Saiedi roja Duşemê li taxa Nahda hate kuştin, dema peqîn li otomobîla wî da.

Tê ragihandin, 3 ji nobedarên wî û 5 kesên din ku ji nêzîkî peqînê derbaz dibûn jî di nav birîndaran da cîh digirin.

Polîs her wiha êrîşeke din ragihand, di taxa Karrada ya Bexdayê de.

Roja Duşemê bi kêmî ve 8 kes hatibûn kuştin, di hewilên şelandina dîkanên zêrfiroş de û polîs xirabkaran bi wan êrîşan gunehbar kirîbû.