Li Îraqê Teqîn; Sê Kes Hatin Kuştin

Li Îraqê Teqîn; Sê Kes Hatin Kuştin

Li gor Polîsê Îraqî, bi sedema teqîna bomban li nêzîk Bexdayê bi kêmî sê kes hatin kuştin.

Polîs dibêjin, bombeka çandî di mala endamekê berê yê milîtanên Kurên Îraqê îro Sêşem, kesek kuşt û çendên dî birîndar kirin.

Çend deqîqeyan dipêre, bombek bi karwanekê leşkerê Îraqê de teqî li rojava Bexdayê, bi kêmî du serbaz kuştin û du yên dî birîndar kirin.

Kurên Îraqê pişkek bun ji civata Sehwe, jimareka şervanên Sûnî bûn, şerê El Qayde li Îraqê dikir.