Li Meydana Tehrîr ya Bexda Xwenîşandan Hatin Kirin

Serok Wezîrê Îraqê Nurî al-Malikî

Bi sedan xwenîşnder li Meydana Tehrîr li Bexda kom bûn û daxwaza pitir guherîna û karên nû ji hikûmetê kirin.

Roja Înî xwenîşnderan daxwaz ji hikûmeta Serok Wezîr Nurî al-Malikî kir da karekê baştir bike, bo nehêlana parexwarin û bertîlê. Xwenîşnderan her wusa ji hikûmetê xwest ku bêkarîyê kêmtir bike.

Piranîya xwenîşanderên Îraqî heman daxwaza dikin ku li piranîya Rojhilata Navîn û Bakura Efrîqa têne kirin ku daxwaza hikûmeteke baştir û pitir alîkarîyê dikin.

Li meha sê, Avdarê rêzdar Malikî bersîva xwenîşnderan dabû ew jî bi kêm kirina mehaneya xwe û zêde kirina para bo bernameyên xwarinê bo kesên pêdivî.

Wî her wiha, moleta 100 rojan dabû civata xwe ya wezîran da ku karekî baştir bikin yan jî ji postên xwe werine derêxistin.