Li Sûrîyê 3 Kes Hatine Kuştin

Li Sûrîyê 3 Kes Hatine Kuştin

Kesên çekdar li Sûrîyê bi kêmî ve 3 kes kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar kirin, dema binax kirina xwepêşanderekî dijî hikûmetê de.

Yekser dîyar nebû kî ji êrîşa roja Yekşemê ya li bajarê Himisê berpirs e, lê dîdevan dibêjin, çekdar endamên hêzên ewlekarî yên Sûrî bûn.

Tundî û tûjî di demeke de hat ku bi hezaran kes do Yekşemê, li roja Serxwebûna Sûrîyê daxwaza pirtir azadîyê dikir.

Bi sedan xwenîşanderên dijî hikûmetê li bajarokê Suweyda ya başûr derketin û kolanan û dirûşma “Xwedê, Sûrîye û Azadî” qerîyan.

Li bajarokê Banyas jî bi hezaran kes dirûşm û pankartên dijî hikûmetê bilind kirin.

Bizavkarên Sûrî bi rîya malperên înternetê bang li hemwelatîyan kir ku li dijî hikûmetê xwepêşandanan bikin, tevî ku Serok Beşar Esed soz da ku rewşa awarte rake.