Li Yemenê bi kêmî ve 2 Kes Hatin Kuştin

Li Yemenê bi kêmî ve 2 Kes Hatin Kuştin

Li paytextê Yemenê, Sanaa bi kêmî ve du kes hatine kuştin di şer û lêkdanan de navbera hêzêt piştevanêt Serok Alî Abdullah Saleh û çekdarêt eşîreta ku aliyê serhildayan digrin.

Şahid dibêjin roja Pêcşembî dengê peqîna û tivenga li jimareka deverêt bajêrî dihate bihîstin, ku hêzêt hikûmetê şerê piştevanêt rêberê eşîreta Şêx Sadiq al-Ahmar diken.

Di du heftiyêt borî da pitir şer hatine kirin. Roja Çarşembî çekdarêt eşîreta yêt dijî hikûmetê firokeka cengî ya hikûmetê nêzîkî paytextî êxist bu xwarê.